• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Tirkiyê trêna rêwiyan ji rê derket; 24 kes mirin, 338 kes birîndar bûn

Li Tirkiyê trêna rêwiyan ji rê derket; 24 kes mirin, 338 kes birîndar bûn
Li bajarokê Çorlu yê bajarê Tekirdagê trêneke rêwiyan duh ji rê derketibiû. Hat ragihandin ku di encama vê qezayê de 24 kesan canê xwe ji dest dane û 338 kes jî birîndar bûne.

Li navçeya Çorlu ya girêdayî bajarê Tekirdagê yê Tirkiyê duh trêna rêwiyan ji rê derketibû û wagonekî trênê wergeriyabû.

Parêzgariya Tekirdagê li ser vê bûyerê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku di encama bûyerê de 24 kesan canê xwe ji dest dane û 338 kes jî birîndar bûne. Parêzgariyê ragihand ku xebatên lêgerînînê heta danê vê sibehê saet 06.00an jî berdewam kirine û diyar kir ku ew wagonê trênê ji ber ku ew axa li bin hesiya ji rê derket û wergeriya.

Herwiha di derbarê bûyerê de qedexeya weşanê hatibû ragihandin û hat diyar kirin ku ew qedexe hatiye rakirin.

Basnews
Top