YNK: Me li Kerkûkê 'serkevtineke nû' bi dest xist
Di konfiranseke rojnamevanî de parlementerê Fraksiyona YNKê li parlamentoya Iraqê, Rêbwar Teha û endamê serkirdayetiya YNKê Xalid Şiwanî ragihandin, ku dengên YNKê piştî hejmartina destî ya dengan li Kerkûkê zêde bûne û kêm nebûne.
Rêbwar Teha di vê konfransa rojnamevanî de got, YNK her li Kerkûkê xwediyê 6 kursiyan maye û tevahiya tohmetên li dijî wan nerast derketin.
YNKê herwiha diyar kir: “Ji 2020 sindoqên dengdanê yên li Kerkûkê, di hejmartina 523ê sindoqan de ku dike %25ê tevahiya sindoqên li parêzgehê û piştî 5 rojan ji birêveçûna proseya hejmartina destî ya dengan, di dawiyê de Kurd û YNK gelek bi serbilindî, di nav wê xedr û pîlanên dijminkariyê de, rastî û diristiya encamên dengên xwe û herwiha cubare kurdistanîbûna Kerkûkê selimand.”
Di vê konfransa rojnamevanî de herwiha rayedarên YNKê gotin: “Tevî ku kursiyên me di proseya hejmartina destî ya dengan de weke xwe man, bi keyfxweşî ve dengên me zêde bûne.”
YNKê herwiha gefa dadgahîkirina wan aliyan jî kir, ku tohmeta saxtekariyan dabûne aliyê wê partiyê û ragihandiye: “Hemû ew kes û aliyên ku tohmeta nerewa û pîlan li dijî YNKê dikirn, em soz didin ku li dadgehê rûbirûyê wan bibin.”
Rudaw
