Mezintirîn kompaniya veguhastina deryayî ya Fransa ji bazara Îranê vekişiya
Groupa kompaniyên CMA CGM bi sêyem mezintirîn kompaniyên cîhanê di warê veguhastina deryayî de tê hesibandin.
Serokê encûmena îdareya Kompaniya CMA CGM, Rodolphe Saade ragihand ku, jiber dorpêçên Amerîka yên li ser Îranê ew neçar in ku sînorekê jibo karên xwe yên li Îranê danin.
Rodolph Saade herwiha got, ew yek di demekê de ye, ku hevrikên me yên Çînî du dilin bi miameleyên xwe yên li gel Îranê, reng e ku peywendiyek wan a cuda li gel îdareya Trump bihê avakirin.
Ji ber bernameya etomî ya Îranê, Amerîka gelek cezayên aborî li ser hikûmeta wî welatî sepandine û dorpêçên aborî yên ser wî welatî gelek tund kiriye.
Rudaw
