• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîkayê li ser konsulxaneya nû ya li Hewlêrê zanyarî dan

Amerîkayê li ser konsulxaneya nû ya li Hewlêrê zanyarî dan
Konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê derbarê avahiya nû ya konsulxaneyê de zanyariyên nû eşkere kir û ragihand, ku ji bo budceya projeyê 795 milyon dolar dê were xerckirin.



Îro înê (06-07-2018), bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û balyoz û konsulê Amerîka yên li Bexda û Hewlêrê, kevirê xîmê konsulxaneya nû ya Amerîka li Hewlêrê hat danîn.



Konsulxane li komalgeheke pir avahî û li ser rûberê 200 hezar metre ducar erd tê avakirin. Budceya giştî ya projeyê jî 795 milyon dolar e.



Di binyadanîna avahiyê de dê nêzîkî hezar kesên ji hêza kar a amerîkî, xwecihî û ji welatên sêyemîn beşdar bin.



Avahiya konsulxaneya nû ya Amerîkayê li Hewlêrê li ser asta cîhanê dê bibe konsulxaneya herî mezin û biryare di 4 salan de temam bibe.



Çend zanyariyên ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê derbarê vê projeyê de dane, wiha ne:



Dîzayna endazyarî: EYP



Belênderê giştî : B.L. Harbert



Budceya giştî ya projeyê: 795 milyon dolar



Konsulxaneya giştî ya nû li ser pehnahiyeke aram û ji aliyê jîngehê ve hevçerx û li ser piyê xwe rawestiyayî ji bo karê dîplomasî tê avakirin.



Girêbesta avakirinê di Tîrmeha 2017ê de hatiye îmzekirin. Herwiha tê çaverêkirin proje di sala 2022ê de temam bibe.



Komelgeha nû ya konsulxaneyê standartên tund ên Wezareta Derve ya Amerîkayê ya ji bo silametiya jiyan û ewlekariyê li ber çav digre.



Dîzayna wî bi awayeke giştî li ser bingeha topografiya navçeyê û guncandina li gel de hatiye amadekirin.



Ew cihên taybet in ji bo xizmetguzariya beşa vîze û herwiha birêvebirina karên dîplomasî ya giştî, bi liberçavgirtina ezmûna serdankeran û hebûna cihên guncaw ên li bendê mayînê, hatiye dîzayinkiirn.



Di binyadanîna avahiyê de dê nêzîkî hezar kesên ji hêza kar a amerîkî, xwecihî û ji welatên sêyemîn beşdar bin.



Proje ji aliyê Encûmena Avahiya Kesk a Amerîkayê ya ji bo rêbertiya dîzayna enerjî û jîngehê ve hatiye tomarkirin. Tê çaverêkirin bawernameya LEED Silver werbigre.



Li avahiyê ava hatiye bikaranîn bi armanca kêmkirina mesrefand ê dubare were bikaranîn û herwiha ji bo giringîdana binesaziya xwecihî ya navçeyê û başkirina şiyana demdirêj a civakê.



Dîzayn bi awayeke berçav bikaranîna avê ji nav ve û li derveyî avahiyê û ofîsan jî kêm dike.



Di dîzanyê de ji bo berhemanîna elektrîkê dê panelên tîrêjên rojê li ser garaja otomobîlan were bicîhkirin.



Di dîzaynê de ji bo berçavgirtina erzaniya nirxan piranî dê kelûpelên xwecihî werin bikaranîn.



Hilbijardeyekî hunerî bi awayeke berdewam dê di nav de be, ku ji aliyê nivîsîngeha hunerî ya balyozxaneyê ve tê amadekirin û parçeyên hunerî yên pirreng ên weke lewha, wêne, karê çînî yê dest û peyker jî dê hebin.



Karên hunermendên amerîkî û Herêma Kurdistanê dê werin nîşandan. Di serî de dê balê bikişin ser wan karên hunerî yên hunermdên ku diyaloga bi nirx a hevbeş a di navbera amerîkiyan û welatên din de nîşan didin.

Rudaw
Top