• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sezaî Temelî: Serkeftina herî mezin ya HDP'ê ye

Sezaî Temelî: Serkeftina herî mezin ya HDP'ê ye
hevserokê HDPê dibêje gelek zext li ser me hebûn lê em serketin
Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezaî Temelî diyar kir ku serkeftina herî mezin di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, ya partiya wan e.

Temelî di civîna Serokên HDP’ê yên bajaran de da zanîn ku ew tevî hemî astengiyan jî ketine parlamentoyê.

Temelî got: Gelê Kurd û hemî gelên Tirkiyê yên piştevaniya demokrasiyê dikin, gotin ‘bê HDP’ nabe û careke din benda hilbijartinê hilweşandin’’

Temelî bi bîr xist ku hilbijartin di Rewşa Awarte (OHAL) de pêk hatiye û li ser adilbûna hilbijartinê guman hene.

Top