"Ebadî dixwaze kudetayeke serbazî bike"
Serkirde di Hevpeymaniya Fetih de, Amir Fayiz ragihand, ku zehmet e niha û di pêşerojê de jî, kudetayek serbazî li Iraqê bê encamdan. Ew nûçeyên behsa vê yekê dikin ne rast in.
Amir Fayiz diyar kir, ku baweriya hemû hêzên siyasî bi destawdestkirina aştiyane ji desthilatê re heye û hemû jî pêbendî encamên hilbijartinan in.
Fayiz zelal kir, bihêztir sedem ku nahêle kudeta çêbibe, ew e ku piraniya aliyên siyasî, baskê wan yê serbazî heye û ew baskê serbazî wê parastina baskê xwe yê siyasî bike.
Berî niha çendîn dezgehên ragihandinên û çalakvanên torên civakî li Iraqê, nûçeya rêketinekê di navbera Ebadî û Ubeydî de, ji bo encamdana kudetayeke serbazî belav kiribûn û diyar kiribûn, ji ber ku Ebadî dixwaze careke din di postê xwe de bimîne, wê kudetayeke serbazî bike.
K24
