DUHOK - Firokeyên Tirkiyê yekemîn car ew der bordûman kirin
Peyamnêrê Rûdawê ji Duhokê ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Osmana yê ser bi bajarokê Mangêşkê li nêzîkê Duhokê bordûman kirine.
Peyamnêrê me da zanîn, ku ji ber bordûmanê agir bi derdora gund ketiye.
Ew cihê hatiye bordûmankirin tenê 40 kîlometre dûrî navenda parêzgeha Duhokê ye û yekem car e Artêşa Tirkiyê cihekî bombebaran dike ku hewqasî nêzîkê Duhokê be.
Hêjayê gotinê ye, ku artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna kampên PKKê gelek caran sînorên Başûrê Kurdistanê bordûman dike. Ji ber bordumanan hemwelatiyên herêmê û herwiha jîngeh jî ziyanê dibînin.
Rudaw
