• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îranê 8 Kurdên ji Kirmaşanê îdam kir!

Îranê 8 Kurdên ji Kirmaşanê îdam kir!
Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi tometa beşdarbûna êrîşa li ser Parlamentoya Îranê, hukmê darvekirina 8 kesan cîbicî kir, ku hemû jî xelkê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li gorî raportekî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, îro danê sibê (07-07-2018), hukmê darvekirina 8 kesên ku bi tometa endamtiya rêxistina DAIŞê û beşdarbûna êrîşên li Tehranê hatibûne girtin, hate cîbicîkirin.

Darvekirina wan kesan di demekê de ye, ku duh Serokê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê Mûsa Xezenferabadî ji malpera Tesnîm re ragihandibû, “8 terorîstên DAIŞî, ku beşdarî êrîşa avahiya parlamentoyê û Tirba Îmam Xumeynî bûne, ji bo cîbicîkirina hukmê darvekirinê ji Dadistanê re hatine şandin.”

Nasnameya 8 kesên ku xelkê parêzgeha Kirmaşanê ne wiha ye:

Silêman Mûzeferî yê 55 salî, ku bi tometa qaçaxî, hilgirtina çek û bi awayeke neyasayî hatina nav xaka Îranê, hilgirtina belgeyên sexte û veguhestina gaza rondikrêj hatibû girtin.

Îsmaîl Sofî yê 33 salî, ku bi hevkariya xirabkarî û fîtnebazî, hilgirtina çek û teqemeniyan hatibû girtin.

Rudaw
Top