• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî avakirina konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê destpê kir

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî avakirina konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê destpê kir
Îro înê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û balyoz û konsulê Amerîka yên li Bexda û Hewlêrê, kevirê xîmê konsulxaneya nû ya Amerîka li Hewlêrê hat danîn.



Bi avakirina baregeha nû ya Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlrê, ew konsulxane li ser asta cîhanê dibe mezintirîn konsulxane.



Li gorî zanyariyan, xerciyê avakirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê, 600 milyon dolar e û karê avakirina wê dê 4 salan bidome.



Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêştir û dema ragihandina destpêkirina avakirina konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê di 23ê Nîsana 2018 de gotibû: “Ev kar nîşana baweriya Amerîka bi niha û paşeroja geş a Kurdistanê ye.”



Rudaw
Top