• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeke balaya komisyona koçber û penaberan re dicive

Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeke balaya komisyona koçber û penaberan re dicive
Emîn Ewad berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê yê Komisyona balaya penaberan ser bi Neteweyên Yekgirtî, UNHCR, û Bronu Geddo berpirsê Komisyonê li Îraqê û şandeya bi wan re , roja 05.07.2018ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin û di civînekê de çend mijarên girêdayî rewşa koçber û penaberan nirxandin.

Emîn Ewad sipasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan hewandine û xizmetgozariyên esasî jê re dabîn kirine. Wî behsa pilna Komisyona penaberan ya di warê vegerandina koçber û penaberan bo ser deverên wan û baştirkirina jiyan wan di nava kampan de kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Komisyonê kir ku hevkarî û alîkariya koçber û penaberan dikin û hevahengiyê bi saziyên peywendîdarên hikûmeta Herêma Kurdistanê re dikin. Serokwezîr berheviya hikûmetê nîşan da ku hevkarî û hevahengiyê bi hikûmeta Îraqê û UNHCR bike bi armanca vegerandina koçber û penaberan bo ser mal û milkê wan bi awayekî ku aramî û emniyet li deveran wan bi cî bibe.

Şandeya mêvn ev destpêşxerî û berheviya serokwezîr bilind nirxand.

Top