Buldan: Xûla derbasûyî ya Meclisa Tirkiye cihê şermezariyê bû
Hevserokên HDPê Perwîn Buldan û Sezaî Temellî tevî hin parlamenterên HDP navên xwe di Parlamentoya Tirkiye de tomar kirin.
Perwîn Buldan da xûyakirin, hêvî dikin di dema nû de, zêdetir bikaribin têkoşîna demokrasî, azadî û mafên mirovan bidin meşandin.
Buldan got, di dema hilbijartinê de 10 parlamenterên wan di zîndanê de bûn û dîsa Parlamentoya nû bi neamadebûna Leyla Guven û Enîs Berberoglu dicive. Buldan daxwaza berdana parlamenteran kir û got, dema derbasbûyî di dîroka parlamentoya Tirkiyê de dîrokeke şermê bû û hêvî dike, heman tişt di dema nû de, rû nedin.
K24
