Civata Wezîran rapora Deloitte û çend mijarên din dinirxîne
Di destpêka civînê de gavên hikûmetê yên di warê çaksazî û bi taybetî çaksaziyên di warê neft û gaze de û di çarçoveya hûrbîniya dahatinî û xerciyên neft û gaze li Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Kompaniya Deloitte rapora xwe ya hûrbîniyê, dahatinî û xerciyên neft û gazê, ya şeş mehên dawiyê ji sala 2017ê û sê mehên destpêka sala 2018ê pêşkeşî civînê kir. Beşdarên civînê ew rapor nirxand û biryar de ku di nava çend rojên bên de naveroka raporan biweşînin.
Wezareta Xwendina Bala û Lêkolînên Zanistî raporek li dor dahatinî û xerciyên wezaretê, di çarçoveya biryara civata wezîran ya ji bona zêdekirina dahatiniyan pişt bi xwe bibestin û çavkaniyên din ji bo dahatiniyan zêde bikin, pêşkeşî civînê kir. Di raporê de tev dahatinî û xerciyên wezaretê yên sala 2014-2018 berçav kirin.
Civata wezîran rapora wezareta xwendina bala bilind nirxand û daxwaz ji Wezareta Darayî û Aborî û Wezareta Xwendina Bilind kir ku ji bona hevahengî û rêxistina dahatinî û xerciyan hevahengiyê bikin.
Amanc Rehîm Sekreterê Civata Wezîran li ser gilînameya Wezareta Nefta Îraqê li ser Wezareta Samanên Xwezayî li dadgeha balaya federala Îraqê tomar kiribû agadarî dan û têde aliyên siyasî û destûriyên wê pirsê ji Civata Wezîran re şirove kir.
