• Tuesday, 17 February 2026
logo

Malbata Ramîn Husên Penahî: Di girtîgehê de gefa kuştinê li Ramîn hatiye xwarin

Malbata Ramîn Husên Penahî: Di girtîgehê de gefa kuştinê li Ramîn hatiye xwarin
Malbata girtiyê siyasî yê kurd Ramîn Husên Penahî dibêje, li nav girtîgehê de gefa kuştinê li Ramîn hatiye xwarin.

Malbata girtiyê kurd Ramîn Husên Penahî, di girtîgeha bajarê Sine de û li ber dara îdamê ye, daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, rayedarekî girtîgeha Sine bi navê Ebasî, gelekî li Ramîn daye paşê ew biriye cihê ku girtiyên madeyên hişber tê de ne û jê re gotiye, eger tu neyê îdamkirin jî tu dê li vir bimînin heta ev girtî te bikujin!

Di daxuyaniyê de, ku nusxeyek ketiye destê BasNewsê, hatiye gotin ku em wek malbata Ramîn Husên Penahî, komara îslamî dixwaze bi awayekî veşartî kurê me îdam bike ji ber wê jî em daxwaz ji hemû sazî û dezgehên mafên mirov dikin ku ji vê yekê haydar bin û bi hewara me û Ramîn de werin.

Ramîn Husên Penahî par havînê li nêzîkî Sine ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin. Îran, Ramîn bi endamtiya partiyeke Rojhilatî tawanbar dike.

Basnews
Top