• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mijara vegera hêzên Sûrî bo Rojava di rojevê de ye

Mijara vegera hêzên Sûrî bo Rojava di rojevê de ye
Mijara vegera hatina hêzên ewlehî û serbazî yên hikûmeta Sûrî bo navçeyên Rojavayê Kursdistanê di rojevê de ye.



Gelek rojname û pêgehên medyaya civakî û şirovekarên siyasî behsa wê yekê dikin ku hin bi hin hêzên ewlehî li nav bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê tevdigerin. Hinek jî behsa wê yekê dikin ku dibe hikûmeta Sûrî hêzên xwe yên leşkerî bîne Rojavayê Kurdistanê, herwiha dûr nabînin ku rewşek wek ya Deraayê li Rojavayê Kurdistanê jî derkeve. Lê aliyên siyasî vê yekê dûr dibînin û nîşanê bi wê yekê didin ku rewşa Rojavayê Kurdistanê ji ya Deraayê cuda ye.



Dûbarevegera hatina hêzên ewlehî û leşkerî yên hikûmeta sûrî bo navçe, bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, bûye rojev.



Bi nerîna beşekî ji şirovekarên siyasî, nehiştina al, wêne û diruşmên ku girêdayî PKKê ne, nîşana wê yekê ye, ku êdî wê qonaxeke din, li Rojavayê Kurdistanê destpê bike.



Hinek rojname û pêgehên medyaya civakî, behsa vegera hêzên ewlehî û serbazî yên hikûmetê, bo van navçeyan dikin, ku di nav de jî careke din baregeh, binke, dezgeh, sazî û deriyên sînorî birêve bibin û navendên sereke li wan navçeyan kontrol bikin, lewma hinek behsa rewşeke metirsîdar dikin.



Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, bêhtir ji carekê helwest û nerîna xwe derbarê danûstandinan ligel Şamê nîşan da.



Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) herwiha Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ragihandibûn ku ji bo çareserkirineke aştiyane ji bo rewşa Sûriyê, ew amade ne danûstandinê ligel her aliyekî bikin.



Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku li gorî van helwestan, nayê pêşbînîkirin ku rewşeke weke rewşa Deraa û başûr-rojavayê Sûriyê, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê derkeve, ji ber ku cudabûn di navbera herdu navçeyan de heye.



Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ji Rûdawê re got ku rewşa Rojavayê Kurdistanê cuda ye, ji ber ku Deraa nêzîkî sînorê Îsraîlê ye û pirsa wê dikeve çarçoveya sazan û lihevhatineke navdewletî. Lê hebûna binkeyên amerîkî li Rojavayê Kurdistanê wê rê nede ku rewşek weke ya Deraayê li wê derê derkeve.



Serokê Komîteya Navendî ya PDKSê Hesen Remzî nîşan bi wê yekê jî da ku ENKSê, di tevgera xwe de, daxwaza garantiyeke navdewletî dike, ji bo parastina mafên kurdî.



Mijara vegera hatina hêzên ewlehî û serbazî yên Sûrî, ji bo Rojavayê Kurdistanê, tê behskirin, lê aliyên siyasî tirsa ji vê yekê bi dûr dibînin, ku bêhtir ji sedem û hokarekê heye, vê tirsê kêmtir bike, weke ku piraniya wan aliyan tînin ziman.

Rudaw
Top