Cîgirê Muqteda Sedir hate kuştin
Fermandarê hêzên Seraya Selam bû.
Li gor nûçeyeke Bexda post, îro li bajarê Kûfeyê hijmareke çekdar êrîşî ser malê Cîgirê Muqteda Sedir, Şevqî Hedad kirine û kuştine.
Li gor jêderên nûçeyan, hîn jî nediyare kî, kê ev êrîşa han pêk aniye.
Şevqî Hedad, Fermandarê hêzên leşkerî yên ser bi tevgera Sedir, Seraya Selam bû.
