Serokwezîr pêşwaziyê li konsulê Almanyayê dike
Konsulê Almanyayê sipasiya saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema karkirina wî de hevkarî û hevahengî pê re kiriye û hêsankarî ji kar û xebatên wî re kiriye, kir û got ku têkeliyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê di asteke gelek baş de ne û hêvî xwest ku ew têkelî di hemû waran de zêdetir pêşde biçin.
Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku konaulê Almaniyaê di karê xwe yê nû de serkeftî be û sipasiya wê kir ku dema karkirina wî de weke konsulê Almanyayê li Hewlêrê, têkeliyên Almanya û Kurdistanê geştir bûn.
Serowkezîr got ku ew dilxweşe ku têkeliyên Herêma Kurdistan û Almanyayê di hemû waran de di asteke baş de ne û hêvî xwest ew têkelî zîdetir ber bi pêş biçin.
Barzanî sipasiya hikûmeta Almanyayê kir ku di dem û rewşên dijwar de hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û dikin, sipasiya rêxstinên almanyayî kir û bi taybetî rêxistina GIZ ku bi pirojeyên xwe alîkariya penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê dijîn dikin.
Pirosesa siyasî li Îraqê û pêkanîna hikûmeta nû û rola Kurdistanê di kabîneya nû ya hikûmeta Îarqê de hin mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçoveyê de serokwezîrê Kurdistanê hêvî xawest ku kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê bi lezgînî bê pêkanîn daku bikeve di xizmeta xelkê de û pirsgirêkên heye çareser bike.
