Li Mêrdînê zêringirekî 'Sûrî' hat kuştin
Li navçeya Artuklu ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê Sûrî ku karê zêringiriyê dikir di êrîşeke çekdarî de canê xwe ji dest da
Îro 17ê Kanûna 2021ê zêringirê bi navê Îbrahîm Hamse ku dikana wî ya zêringiriyê li cadeya yekem a navçeya Artuklu bû, di dikana xwe rastî êrîşa çekdarî ya du kesan hat.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê. Piştî pişkînînên destpêkê yên tîmên tendirûstî hat ragihandin ku Îbrahîm Hamse li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin û ew caddeeya ku bûyer lê çêbûye bo trafîkê girtin.
Li gor zanyariyan wan herdu kesan ji bo ku neyên naskirin rûyên xwe bi maskeyan veşartibûn.
Medyaya Tirkiyê dibêje ew kes xelkê Sûriyê ye, lê ji ber ku xelkek zêde yê Rojavayê Kurdistanê li Mêrdînê ne, eger heye ew kes xelkê Rojavayê Kurdistanê jî be. Aliyên peywendîdar heta niha ti zanyariyên berfireh derbarê vê yekê de belavnekirine.
