PDK-Sê hişyarî da: Berê Iskenderon jî weke Efrînê bû
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S), Nûrî Birîmo beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û derbarê rewşa Efrînê de axivî.
Nûrî Birîmo derbarê rewşa niha ya herêma Efrînê de hişyarî da û ragihand, rewşa niha ya Efrînê weke rewşa berê ya Iskenderûnê ye.
Birîmo got, wek çawan ku Iskenderon di dema xwe de weke rewşeke defakto bû bi beşek ji Tirkiyê, niha Efrîn jî di rewşeke wisa re derbas dibe.
Herwiha Birîmo tekezî li ser asayîkirina rewşa Efrînê kir û ji bo asayîkirina rewşa Efrînê jî daxwaza derketina Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê ji wê herêma Rojavayê Kurdistanê kir.
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê, Nûrî Birîmo ku di heman demê de, endamê nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdaw re da xuyakirin, ku ji 18ê Adarê ve heta niha Efrîn di rewşek ciyawaz re derbas dibe, û daxwaz kir ku xelkê Efrînê vegerin ser malên xwe.
Nûrî Birîmo got: “Ji 18ê Adarê şûnde li Efrînê rewşek din çê bû. Xelkê Efrînê bi awayekê gelek ciyawaz rewşa niha dibîne. Efrînî di vê baweriyê de ne, ku rewşa ku pêştir bi awayekê defakto li Iskenderûnê çê bû, li Efrînê jî çê bibe. Yek ji artêşên herî mezin ên cîhanê, artêşa Tirkiyê li wê derê ye. Dema derketina Tirkiyê ji Efrînê nediayr e.”
Di berdewamiya axavtina xwe de, Nûrî Birîmo daxwaz kir, ku xelkê Efrînê bi xwe herêma xwe birêve bibin, û daxwaz ji Tirkiyê û aliyên din kir, ku gurûpên çekdar ji Efrînê derxinîn.
Birîmo Artêşa Azad a opozisyona Sûriyê weke hêzeke biyanî li Efrînê bi nav kir û got, ku Artêşa Azad di nav xelkê Efrînê de nayê qebûlkirin.
Rudaw
