HDP seredana Partiyên Kurdistanî dike
Ev seredan piştî hilbijartinên Tirkiye hat, ku ligor şîrovekaran kêmkirina dengên HDP li bajarên bakurê Kurdistanê, bi dûrketina HDP ji Tîfaqa Hilbijartinan a Kurdistanî jî hat.
Parlementerê HDP Imam taşçier da diyarkirin ku,dixwazin diyalogê ligel partiyên Kurdistanî bikin û ev yek pêdiviyek neteweyî ye.
Ligor agahdariyan HDP dê herweha seredana PDK, HAK-PAR, DDKD û Hereketa Azadî jî bike.
