• Wednesday, 25 February 2026
logo

Berpirsekî Gorran: Şasiwar Ebdulwahîd bi Iraqçîtiyê ve fikir dike û em nikarin bi zorê fêrî kurdbûnê bikin

Gulan Media December 17, 2021 Nûçe
Berpirsekî Gorran: Şasiwar Ebdulwahîd bi Iraqçîtiyê ve fikir dike û em nikarin bi zorê fêrî kurdbûnê bikin

Endamekî Civata Giştî ya Tevgera Gorran amaje bi wê yekê dike ku serokê Tevgera Nifşê Nû xwedî hizra Iraqçî ye û ji tirsa ji dest dana kursiyên xwe naçar xwe li gel wan kesane hemaheng kiriye.

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Elî Ezîz Seîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şasiwar Ebdulwahîd meyla wî ya Iraqçîtiyê heye û naha tu jê re bibêjî jî dê bibêje ez wek Iraqiyekî fikir dikim ne wek Kurdistanî. Em jî nikarin bi zorê fêrî kurdbûnê bikin.’’

Herwaha got: ‘’Naha hewar hewarek çêkiriye, xwedê girawî di hevpeymaniyekî de ye, axir ma kengî di Parlamentoya Iraqê de xwedî îrade bûye, ku ji bo wan kursiyane jî dilê te pê xweş be.’’

Endamê Civata Giştî ya Gorran got: ‘’Ew hevpeymaniya ne wisa be ku li gel partiyên mezin pêkhatibe, ji ber li gel partiyên biçûk û parçe û ne tiştek rêkeftin kiriye û beşek bi navê serbixwe ne. ew lîste heta dawiyê jî naçin. Ji ber du kursî wî alî û sê kursî aliyê din kom kirine. Axir hûn çi dikarin bikin li Iraqê? Herwekî çawa grubekî li Bexda jê cuda bû û bicîh hiştin, naha jî ditirse ji wê ku li Bexda grubeke din jê cuda bibin. Naçar bûye hevpeymaniyekî li gel Îmtîdad pêkaniye.’’

Tevgera Nifşê Nû ku di helbijartinên vê dawiyê yên Parlamentoya Iraqê de 9 kursî bidest anîn, li gel Tevgera Îmtîdad li Bexda, ku wan jî 9 kursî bidest anîbûn, hevpeymaniya xwe ragehandin, ku hemû kursiyên wan jî tenê 18 kursiye. Lê Şasiwar Ebdulwahîd û çapemeniya wî bangeşeya hejmarekî zêdetir dikin.

 

Basnews

Top