Şandeke ENKS bi wezareta derve ya Fransayê re civiya
Derbarê hevdîtinê serokê Komîteya Pêwendiyên derve ya ENKSê Kamîran Haco ji K24 wiha got: Di civînê danûstandina li ser de em bi taybetî li ser rewşa Kurdistana Sûriyê hat kirin, Bunafunt ji me re tekez kir ku divê Kurd li gorî giraniya xwe di Komîteya Nivîsandina destûra Sûriyê de cih bigirin û rola xwe di danîna destûra Sûryê de jî bilîzin.
Herwiha Haco diyar kir, ku wî berpirsê Firnesî tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji bo mafên gelê Kurd li Sûrya nû kir.
Şanda ENKSê ji Serokê wê Siûd Mele, Kamîran Haco, herdu Endamên Komîta Pêwendiyên derve ya ENKS Ibrahîm Biro û Hewas Egîd pêk tê û li ser vexwenidneke fermî ji aliyê wezareta derve ya Firensî ve, serdana wî welatî dike.
Basnews
