• Tuesday, 17 February 2026
logo

KERKÛK Û XURMATÛ - Operasyonê dest pê kir

KERKÛK Û XURMATÛ - Operasyonê dest pê kir
Hêzên ewlekariya Iraqê li ser siya Kerkûk, Xurmatû û Kifriyê li dijî çekdarên DAIŞê dest bi operasyonê kirin. Hêzên pêşmerge beşdarî operasyonê nabe.



Berpirsê Malbenda 16 a Hemrînê ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê Mele Kerîm Şukir ji Rûdawê re ragihand: “Îro Çarşemê (04-07-2018) danê sibê hêzên Heşda Şeibî, Bersivdana Lezgîn ên Iraqê li ser riya Kerkûk, Xurmatû û Kifriyê li dijî çekdarên DAIŞê dest bi operasyonê kirin.”



Mele Kerîm Şukrî got: “Pêşmerge beşdarî operasyonê nabe lê hemahengî di navbera herdu aliyan de heye, jûreke hevbeş a karkirinê hatiye avakirin.”



Şûkrî da zanîn, ku bi mercê tirkmenên Xurmatû beşdarî operasyonê nebin wan ev jûra hemahengiyê ava kirine.



Berpirsê YNKê da zanîn, ku di dema operasyonê de li gundê Pelkane bombeyek bi hêzên Iraqê ve teqiye û di encamê de leşekrek miriye û 7 leşker jî birîndar bûne.



Hêjayê gotinê ye, ku bi taybetî pitî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û hatina artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo nav Kerkûkê, li vê herêmê liv û tevgera çekdarên DAIŞê zêdetir bûye.



Li herêmê ji bo bidawîkirina vê liv û tevgera DAIŞê operasyon berdewam dike.

Rudaw
Top