KERKÛK - Berpirsekî bilind ê leşkerî yê Iraqê hate kuştin!
Derengiya şeva derbasbûyî li ser riya Kerkûk û Bexdayê, li nêzîkî navçeya Xûrmatû, Alîkarê Fermandeyê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Xelîfe, ku weke Ebû Zehra el-Ebadî dihate naskirin, hate kuştin.
Destyeya Ragihandina Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de ragihand: “Şeva derbasbûyî Ebû Zehra el-Ebadî yê Alîkarê Fermandeyê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê ya ser bi Heşda Şeibî ve, hate kuştin.”
Lê derbarê çawaniya kuştina Elî Xelîfe de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Ebû Zehra el-Ebadî yek ji serkirdeyê hêzên Bedir bû li parêzgeha Mîsanê.
Rudaw
