• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li 23 bajaran dengên Erdogan û 71 bajaran ên AK Partiyê kêm bûne

Li 23 bajaran dengên Erdogan û 71 bajaran ên AK Partiyê kêm bûne
Tevî ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî)ê di helbijartinên 24ê Hezîranê de ya yekem bû, lê li gorî helbijartinê derbasbûyî, rêjeya dengên xwe kêm kiriye.

AKPê li 71 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dengên xwe kêm kirine û tenê li 10 parêzgehan zêde kirine. AKPê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de 22 kursî, CHPê 12 kursî û MHPê jî 9 kursî kêm kirine, lê di nava wan partiyên ku berê li parlemena Tirkiyê bûn, tenê HDPê 8 kursî zêde kirine.

Piştî bidawîbûna hilbijartinên 24ê Hezîrana îsal ên parlamento û serokatiya Tirkiyê, hemû partiyên beşdar encamên hilbijartinan nirxandin. Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ku ligel Partiya Nîjadperest a Tirkiyê (MHP) Hevpeymaniya Cumhur pêkanîbû, bi rêjeya ji sedî 53.7 a dengan piraniya kursiyên parlamentoyê bidest xistin û Recep Tayyip Erdogan jî bi rêjeya ji sedî 52.6 wek serokkomarê Tirkiyê hat hilbijartin.

Bi armanca nirxandina encaman Encûmena Navendî ya AK Partî bi serokatiya Erdogan roja 29.06.2018ê civiya. Di civînê de li ser encamên hilbijartinê raporek hat eşkere kirin.

Li gor raporê, berhevkirin ligel hilbijartinên 2014ê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di hilbijartina 24ê Hezîrana îsal de li 58 bajaran dengê xwe zêde kirine û li 23 bajaran jî kêm bûne. Amaje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku li seranserê Tirkiyê dengên Erdogan ji sedî 0.73 zêde bûne. Berhevkirin ligel hilbijartinên 1ê Mijdara 2915an dengên AK Partiyê herçiqas li 10 bajaran zêde bûbin jî lê li 71 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya dengên wê kêm bûye.

Ew 10 bajarên ku dengên AK Partiyê li wan zêde bûne ji Edirneya Tirkiyê, bajarên Dêrsim, Qers, Agirî, Mêrdîn, Bedlîs, Wan, Şirnex, Colemêrg û Sêrt ên Bakurê Kurdistanê pêk tên.

Di wê raportê de ku bo Encûmena navendî ya AK Partiyê hatibû amadekirin, amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku Demirtaş berhevkirin ligel hilbijartina serokkomar a 2014ê, di vê hilbijartinê de li bajarên Amed, Wan, Îdir û Êlihê rêjeya dengên wî zêde bûye, herwiha li 77 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî kêm bûne.

Herwiha HDPê jî di hilbijartinên 24ê Hezîranê de berhevkirin ligel hilbijartinên 2015ê li 50 bajaran rêjeya dengên wê zêde bûye û li 31 bajaran jî kêm bûne. Li gor heman raporê, dengên AK Partî li gor hilbijartina giştî ya 2015ê ji sedî 7.09, MHP ji sedî 0.73, CHP ji sedî 2.50 kêm bûne. Lê dengên HDPê ji sedî 0.8 zêde bûne.

Di warê hejmara kursiyan de jî AK Partiyê 22 kursî, CHP 12 û MHPê 9 kursî ji dest dane. Lê di vê hilbijartinê de 8 kursiyên HDPê zêde bûne.

Rudaw
Top