Di peywendiyeke telefonî de Barzanî û Erdogan têkeliyên Hewlêr-Anqereyê dinirxînin
Bi boneya serkeftina Erdogan û partiya wî di hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi germî pîrozbahî li serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir û serkeftin jê re xwest. Erdogan jî sipasiya Serokwezîr Barzanî kir.
Her du aliyan têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiyeyê nirxandin û tekîd li ser zêdetir pêşdebirina wan têkeliyan di hemû waran de kir û têkeliyên Hewlêr-Anqereyê ji bo her du aliyan bi giringî wesif kirin.
Serokwezîr Barzanî û Serokomar Erdogan di peywendiya telefonî de, rewşa herêmî û pêşhatên nû digel çend mijar û pirsên din gotûbêj kirin.
