• Tuesday, 17 February 2026
logo

Herêma Kurdistan, Tirkiye û Iraq pirsa petrola Kerkûkê gotûbêj dikin

Herêma Kurdistan, Tirkiye û Iraq pirsa petrola Kerkûkê gotûbêj dikin
Her yek ji Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Iraq, ji bo şandina petrola Kerkûkê bi riya bendera Ceyhan ya Tirkiyê, danûstendinan dikin.

Wezîrê petrola Iraqê Cebar Li'êbî ragihand, ku bi mebesta hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya bendera Ceyhan, ew li gel Herêma Kurdistanê û Tirkiyê danûstendinan dikin.

Cebar Li'êbî got: Biryara hinartina petrola Kerkûkê bi riya Tirkiyê, bi encamên danûstendinên Bexdayê li gel Hewlêr û Enqerê re girêdayî ye.

Herwiha Li'êbî diyar kir, ku rojane 220 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê tê berhemanîn.

Ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala 2017an ve û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve, hinardekirina petrola Kerkûkê bi riya Tirkiyê hatiye rawestandin, lê niha bizav hene ku rewşa berê bê vegerandin.

K24
Top