Nunerê Kurdistanê beşdariya civînên Komkara Erebî dike
Civîn li Qahêreyê tê lidarxistin.
nivîsîngeha karûbarên navnetewî ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku 1ê meha 7an, civînên Komkara Erebî li Qahêreya paytexta Misirê dest pê dike û heta 5ê vê mehê berdewam dibe.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatine nivîsandin ku vê berpirsê nivîsgeha karûbarên navnetewî yê hikûmeta Kurdistanê Dîndar Zêbarî jî li ser navê Kurdistanê beşdar dibe.
Di wan civînan de vê behsa çend babetên girîng yên taybet bi welatên Erebî û Rojhilata Navîn werin nîqaşkirin.
