Peyama aliyen MHPê bo Başûrê Kurdistanê: Werin me nas bikin
Aliyên nêzikî Partiya Tevgera Netewperest (MHP) jî piranî di wê baweriyê de ne ku MHP ti caran bo Kurdan nabe metirsî û Kurd ger wê baş nas bikin dibe ku baweriyê bi MHPê bînin.
Derbarê vê mijarê de berendamê MHPê û Serokê KAFKASAMê Hasan Oktay ji Rûdawê re wiha got: “Ez şîreta wê yekê ji rêveberiya Barzanî dikim ku peywendiyê bi MHPê re dirust bikin û MHPê fêm bikin an jî bila xwe ji MHPê re bidin nas kirin. Têgehiştina MHP ji ya hemû partiyan baştir e ji ber wê lazim e peywendîyên bi MHPê re li ser bingehekê baş bin. Kurd çiqas MHP nas bikin dê ewqas jê hez bikin. Bila MHPê bixwe nas bikin, bila MHPê ji devûzarên xelkî nas nekin. Bila MHPê wek dirûndeyekê nebînin û çiqas MHPê nas bikin dê ewqas jê hez bikin û peywendî jî pêş bikevin.”
Karsazekî tirk ku di navbera Tirkiyê û Başurê Kurdistanê bazirganiyê dike û ji bo Başurê Kurdistanê salane 96 hizar ton mirîşkan berhemtîne, ji encamên hilbjartinê geşbîne.
Li ser heman mijarê Ferît Batu jî wiha axifî: “Polîtikayên esasî yên dewletê hene. Xelatiya Kurdan ew e ku ew meselê weke polîtikayên partiyan dibînin lê ne wisa ye. Polîtikayên dewletê mayînde ne. Dewlet li berîka xwe dinêre ka çi tê û çi diçe, yanî dewlet li kar û zirara xwe dinêre. Ez ne bawerim ku guhertinek çêbibe.”
Di nav siyasetmedarên Kurdên Bakurê Kurdistanê de jî şiroveyên nêyînî li ser rewşa nû tên kirin û beşek zêde ya aliyên siyasî di wê baweriyê de ne ku eger MHP bibe hevalbendê hikumetê dê rewşa Burdan li Bakurê Kurdistanê xirabtir bibe.”
Rudaw
