Tirkiye: Rewşa Efrînê aram e!
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê (Hamî Aksoy) ragihand, ku rewşa bajarê Efrînê aram e, lê hêzên wan dê ji bo demeke din li Efrînê bimînin heya karên vejandina wê navçeyê temam bibin.
Bi gotina Hamî Aksoy, hin alî hene kempînin reşkirina rewşa Efrînê birêve dibin û tiştên ku li ser rewşa Efrînê tên belavkirin jî, nerast in.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê da zanîn ku 50 rojnemevan ji 16 welatên biyanî, seredana Efrînê kirin û rewşa wî bajarî bi çavên xwe dîtin.
Li gorî gotina wî rayedarê Tirk, 140 hezar kesên ku ji ber şer koçber bibûn, vegeriyane Efrînê û niha Tirkiyê erka birêvebirina bajêr radestî rêveberiyên herêmî kiriye ku ji tevahiya pêkhateyên Efrînê hatine pêkanîn.
Daxuyaniyên wî rayedarê Tirkiyê di demekî de tên dayîn ku di heyama çend rojên borî de gelek teqîn li Efrînê qewimîne, her wiha YPG jî dide zanîn ku her roj li dijî hêzên Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê yên li Efrînê êrişan pêk tînin.
Basnews
