• Tuesday, 17 February 2026
logo

Desteya Şaredariyên Rojava sedema rakirina wêneyên Ocalan eşkere kir

Desteya Şaredariyên Rojava sedema rakirina wêneyên Ocalan eşkere kir
Desteya Şaredariyan û Hawirdorê ya Kantona Cizîrê ragihand, ku ragihandina wêne û posterên Ocalan û yên şehîdên YPGê ne ji ber armancên siyasî lê ji ber paqijiya bi rêkûpêk a hawîrdorê bûye.

Desteya Şaredariyan û Hawirdorê ya Kantona Cizîrê li ser rakirina wêne û alên sembolên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û herwiha posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Bi armanca parastina xweşikbûna bajêr û rakirina wêneyên rêklamên ku bi awayek ne bi rêkûpêk li riyan hatine daliqandin, me saziya Roj ya Rêklamê ava kir. Erka saziyê bi rêkûpêk kirina rêklaman û dalqandina wan di cihên diyar de li gorî pergalên saziyê.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku nûçeyên derbarê rakirina posterên şehîdan û sembolan de, ku dibêjin biryareke siyasî ye, ne rast in.

Desteya Şaredariyan û Hawirdorê ya Kantona Cizîrê herwiha da xuyakirin: “Armanca me xweşikbûna hawirdorê ye û rakirina hemû cuyreyên rêklamê li ser riyan e, bi vê yekê emê qonaxeke nû ya ragihandinê bidin destpêkirin."

Çend rojên borî li herêma Cizîrê bi awayekî ne çaverêkirî, wêneyên sembolên PYD û YPGê li kolan û meydanên giştî hatibûne rakirin.

Hin çavkaniyan angaşt kiribûn ku ev destpêka vegera hikûmeta Sûriyê ye, hinekan jî gotibûn, ku dê rêbendên YPGê li gelek bajar û bajarokan nemînin û xalên hevbeş yên kontrolê di navbera Hikûmeta Sûriyê û YPGê bêne avakirin.

Rudaw
Top