Li Tirkiyê êdî yên destdirêjî li jinan û zarokan bikin dê bên xesandin!
Piştî ku di heyama çend rojên borî de zarokek keç li gundekî Enqerê hat revandin û piştî destdirêjiyê hat kuştin, berdevkê hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag li ser cezakirina sûcdaran ragihand, bo cezakirina sûcdarên bi vî rengî dê qanûna xadimkirinê (xesandinê) were bicîhanîn.
Bekir Bozdag da zanîn, ew qanûn dê di demek kurt de were sererastkirin û were bicîhanîn.
Basnews
