• Tuesday, 17 February 2026
logo

Germiyan – Li ber çavê artêşa Iraqê cotkarekî kurd hat kuştin!

Germiyan – Li ber çavê artêşa Iraqê cotkarekî kurd hat kuştin!
Li devera Germiyan ya Başûrê Kurdistanê, cotkarekî kurd li ber çavê hêzên Iraqî hat kuştin.

Îro danê sibê li devera Şêx Bawe ya di navbera bajarên Kelar û Xaneqînê de cotkarekî kurd di nav zeviya xwe de ji aliyê çend kesan ve hat kuştin.

Berpirsê asayişa nahiya Keleco ya Kelarê, Simko Elî li ser wê rûdanê ji BasNewsê re got, cihê ku cotkarê kurd lê hatiye kuştin, kêleka bingeheke artêşa Iraqê ye, yanê ew cotkar li ber çavê hêzên Iraqî hatiye kuştin.

Wî efserê asayişê anî ziman ku heta niha ew nizanin ew rûdan, êrişa terorîstî ye yan jî tiştekî din e û got, me dest bi lêkolînê kiriye.

Devera Şêx Bawe beriya xiyaneta 16 Cotmeha par di destê Pêşmerge de bû lê piştî xiyanetê ket destê hêzên Iraqî.

Basnews
Top