• Tuesday, 17 February 2026
logo

HDP daxwaza rawestandina bidarvekirina Ramîn Penahî dike

HDP daxwaza rawestandina bidarvekirina Ramîn Penahî dike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) banga rawestandina biryara bidarvekirina Pêşmergeyê Rojhilatê Kurdistanê Ramîn Husên Penahî dike.

HDP bi riya twîtira xwe ya fermî ragihand, divê dadgehkirina Ramîn Husên Penahî li gor pîvanên yasayî yên navnetewî were kirin û divê ew bikaribe digel parêzer û malbata xwe hevîdtinan bike.

HDPê nivîsî jî, divê di zûtirîn dem de biryara darvekirina Ramîn Penahî were rawestandin û pêvajoya dadgehkirina dadperwerane destpê bike.

Di meha Hezîrana 2017an de 4 Pêşmergeyên Şoreşgerên Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê ketin kemîneke supaya Pasdarên Îranê û di encama pevçûnan de 3 Pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Husên Penahî birîndar bûbû.

Berî 5 mehan jî, Îranê biryara bidarvekirina Pêşmergeyê Rojhilatê Kurdistanê Ramîn Husên Penahî dabû.

Ji bo Ramîn Penahî gelek rêxistinên xwecihî û navdewletî daxwaz ji Îranê dikin ku biryara bidarvekirinê rawestîne, lê ta niha Îran guh nedaye wan bang û daxwazan.

K24
Top