Çekdarên DAIŞê du êrîş li başûrê Kerkûkê û bakurê Diyale encam dan
Li gorî zanyariyan, êrîş li derdora malên her yek ji pişkinînvanê Kerkûkê yê ser bi wezareta navxwe ya Iraqê ve û serokê civata bajarokê Reşad hatiye kirin û piştî rûbirûbûna xelkê gund li gel wan çekdaran, hêzeke mezin ya polîs û Artêşa Iraqê gihişte cihê bûyerê û şerê çekdaran kir.
Li aliyekî din, bi sedema teqîna bombeyeke vedayî li gundê Til El-Zeheb li Hewîce, du welatî hatin kuştin.
Herwiha di êrîşeke din de ya çekdarên DAIŞê li ser xaleke pişkinînê li nêzîkî gundê Şezîf, serbazek hat kuştin û 3 din birîndarbûn û li rojavayê parêzgeha Enbar jî sê welatî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.
Ji piştî bûyerên 16 Cotmeha 2017an ve, valahiyeke emnî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê çêbûye û ev çendîn car in, berpirsên Herêma Kurdistanê û serkirdeyên Pêşmerge, hişyariyê ji zêdebûna çalakiyên DAIŞê û têkçûna rewşa ewlekariyê didin.
K24
