Berpirsê YNKê li Xaneqînê: Rewşa ewlehiya Xaneqînê gelekî xirab e
Berpirsê melbenda 8 ya YNKê li Xaneqînê, Hêmin Mensûr ji BasNewsê re got, ji piştî rûdanên 16 Cotmeha par ve rewşa Xaneqînê aloz bûye û roj bi roj jî aloztir dibe. Liv û tevgerên terorîstan zêde bûne û hêzên Iraqî jî nikarin tiştekî bikin.
Hêmin Mensûr her wiha got, hinek ji eşîrên nahiya Gulale ya Xaneqînê bi taybet eşîra Kurwî, ku dema DAIŞê êrişî derdora Xaneqînê kir, alîkariya DAIŞê kiribûn, niha bûne dijminê kurdan û dixwazin bi tirsandina kurdan, kurdan ji wan gund û deveran bidin koçberkirin.
Wî berpirsê YNKê anî ziman ku gelek belge û agahî ketine destê wan ku qesta terorîstên DAIŞê ji êrişên vê dawiyê ew e kurd li wan deran nemînin. Ji ber wê jî em daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê û partiyên siyasî dikin ku çareyekê ji vê yekê re bibînin. Eger çareyek jê re neyê dîtin xelkê deverê neçar dimînin çek hildin û xwe biparêzin.
Basnews
