• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şûnewarên Efrînê ji aliyê girûpên çekdar ve tên dizîn

Şûnewarên Efrînê ji aliyê girûpên çekdar ve tên dizîn
Medya nêzîkî PYD belav kiriye, ku hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar ên li Efrînê, şûnewarên dîrokî yên wî bajarî talan dikin û heya niha hejmarek ji perçeyên şûnewarî li ser destên wan hatine dizîne.

Li gorî medya nêzîkî PYDê, li gundê Dormê yê ser bi bajarokê Şiyê ve, ku şûnewarên Kurdên êzîdî têde hene, çekdaran diziya şûnwaran kirine û li çend deverên din jî, gellek şûnwar talan kirine û hejmarek cih jî wêran kirine.

Li Efrînê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê, gellek gir û navçeyên dîrokî yên kevnare hene û gellek şûnwarên giring li wan navçeyan hatine dîtin, lê heya niha jî, ti entîkxaneyek li Rojavayê Kurdistanê nehatiye avakirina, daku ew şûnwar têde bên parastin û pêşandan, tevahiya perçeyên hatine dîtin, li entîkxaneyên Sûryê û yên Ewropa tên pêşandan.

K24
Top