Ji Trump bo Macron: Xwe ji Yeketiya Ewropayê vekşînin
Rojnameya Washington Postê di gotarekî xwe de derbarê hevdîtina Trump û Macron di meha borî de aşkere kir ku, Trump ji Macron re pêşinyarkiriye û jê pirsiye çima ji YE venaqetin.
Li gor rojnameyê da zanîn ku, Trump ji Macron re gotiye ku, ew dê peymaneke bazirganiyê ku, bi şert û mercên xwe ji ya YEyê baştir li gel wan îmze bikin.
Heta niha derbarê pêşinyara Trump ti daxuyanî ji aliyê Koşka Spî û Qesra Alêzyê ne hatine ragehandin.
Waar.tv
