• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê Petrolê yê Îranê li ser zextên Amerîkayê daxuyanî da

Wezîrê Petrolê yê Îranê li ser zextên Amerîkayê daxuyanî da
Namdar Zengeneyê Wezîrê Petrolê yê Îranê got, “Heke me di rojê da 4 milyon warîl petrol îxrac bikira, mimkun nedibû ku Amerîkayê zext li me bikira.”

Zengeneyê Wezîrê Petrolê yê Îranê daxuyanî da rojnamevanan û zextên ku Amerîkayê xwe amade dike bide ser petrola Îranê nirxand.

Zengene got heke projeyên Wezareta Petrolê paşda nehatina avêtin, hetanî nika bi saziya Totalê ra 5 peyman îmze kiribûn û vê jî ew ê derbeyeke mezin li pîlanên zextên Amerîkayê bixista.

Zengene got: “Heke me di rojê da 4 milyon warîl petrol îxrac bikira, mimkun nedibû ku Amerîkayê zext li me bikira.”

– 35 rojên Totalê man

Zengene got piştî ku di navbera Îranê û welatên Rojavayê da peymana nukleerî hat îmzekirin Totala saziya vejenê ya Fransayê li Îranê veberhênanên girîng kir, îhtimal kêm e ku ji Amerîkayê destûrê bistînê û ji zextan muaf were girtin û wiha axivî: “Totalê nika dev ji veberhênanên li Îranê bernedaye lêbelê ji bo ku biryarê bide 35 rojên wê man.”

Zengene destnîşan kir ku Totalê hetanî nika li Qada Xazê ya Parsa Başûr bi 60 milyon lireyî veberhênan kir, heke saziya Fransayê veberhênanê bide sekinandin saziyên pêtrolê yên Çînê ew ê veberhênanê bidomînin.

Waar.tv
Top