Haley: Divê Îran dest ji xirabkariyê berde
Nikki Haley ku bi serdaneke fermî li Hidistanê ye, bal kişande ser rola Îranê di rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Tehran bi têkdana aramiya deverê tohmetbar kir.
Haley got, xala hevbeş di navbera tevahiya şer û aloziyên li Rojhilata Navîn, rola Îranê ye.
Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekgirtî daxwaz ji tevahiya welatên din kir, ku bi Amerîka re bin, daku guvaş li ser Îranê berdewam bin û got, Îran Koreya Bakureke din e.
Nikki Haley wiha got: “Tiştê ku serok Trump gotiye, divê em Îranê têxin ber berpirsyariyê, li tevahiya şer û aloziyên Rojhilata Navîn, xaleke hevbeş heye, ew jî rola Îranê ye, Amerîka jî dixwaze civaka navdewletî ji vê yekê piştrast bibe, ku Îran dest ji binpêkirin û xirabkariyê berde.
Em jî berdewam in li ser guvaşxistina ser Îranê û em hêvîdar in welatên din li kêleka me bisekinin, ji ber ku Îran bi xwe jî koryayeke bakur a din e.”
Rudaw
