• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlamenterekî mesîhî yê Iraqê: Wezareta Perwerde ya Iraqê tenê hurmeta îslamê digire!

Parlamenterekî mesîhî yê Iraqê: Wezareta Perwerde ya Iraqê tenê hurmeta îslamê digire!
Parlamenterekî mesîhî yê Iraqê bi tundî rexne li hikûmeta Iraqê digire û dibêje, Wezareta Perwerde ya Iraqê di danîna pirsên îmtihanên şagirdan de tenê di şagirdên misilman de ye û guh nade mafên yên ne misilman.

Parlamenterê mesîhî yê Iraqê Îmad Yuhenna îro di daxuyaniyekê de rexne li Wezareta Perwerde ya Iraqê girt û ragihand, wezareta perwerdê di danîna pirsên îmtihanên şagirdan de rewşa şagirdên ne misilman li ber çavan negirtiye û pirsên ku bo şagirdên misilman daniye, bo yên ne misilman jî daniye!

Wî parlamenterê mesîhî her wiha got, ew tenê hurmeta îslamê digirin hurmeta olên din bi taybet mesîhiyetê nagirin. Vêca em nizanin ev ji ber nezaniyê ye yan jî bi enqest e.

Îmad Yuhenna anî ziman ku wan daxwaz kirine ders û pirsên îmtihanan bên guhertin da ku li gorî hemû olan bin.

Basnews
Top