• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Efrînê du teqînên mezin pêk hatin

Li Efrînê du teqînên mezin pêk hatin
du teqîn pêk hatine
Herî kêm 28 kes bûne qurbanî.

Li gor jêderên nûçeyan îro li bajarê Efrînê du teqînên mezin pêk hatine û di encama wan her du teqînan de herî kêm 28 welatî bûne qurbanî.

Hin jêder behsa vê yekê dikin ku ew her du teqîn bi rêya bombeyên destî pêk hatine û hineke din jî behsa vê yekê dikin ku ew her du teqîn bi rêya du tirimbêlên bombekirî pêk hatine û di encam de 8 kes hatine kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûne.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku teqîna yekem li meydana Kaweya Hasinkar pêk hatiye û teqîna dudiyan jî li kolana Elfîliyat pêk hatiye.

Top