Serokwezîr pêşwazî li Konsulê Misirê dike
Serokwezîr pîrozbahî li Elmilîcî kir ku ev demeke weke Konsulê Komara Misira Erebî li Herêma Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya saziyên peywendîdarên hikûmtê ji bona serxistina karên wî nîşan da.
Konsulê Misirê jî kêfxweşiya xwe nîşan da ku li Herêma Kurdistanê dest bi wezîfeya xwe ya nû kiriye û hêvî xwest ku ew bikaribe têkeliyên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bixe.
Her du aliyan behsa têkeliyên dîrokiyên navbera Herêma Kurdistan û Misirê û çawaniya zêdetir pêşxistina wan têkeliyan bi taybetî di warê rewşenbîrî, bazirganî û aborî û aramiya herêmê bi giştî kirin.
Serokwezîr got ku asoyeke zelal heye ku rewşa Herêma Kurdistanê ber bi başî diçe bi awayekî ku kompaniyên misirî û welatên din jî dikarin berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û di warên cuda de sermayerazandinê bikin.
Pirosesa siyasî li Îraqê, encamên hilbijaertinên Parlamentoya Îraqê û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqa Federal hin mijarên din yên civînê bûn û Nêçîrvan Barzanî helwesta Herêma Kurdistanê diyar kir ku dê ji bona pêşdebirina pirosesa siyasî li Îraqê alîkar be.
