Trump serkevtina Erdogan pîroz kir
Navenda Ragihandina Serokatiya Tirkiyê belav kiriye, ku di pêwendiya telefonê de, herdu aliyan behsa pêwendî û hevkariyên serbazî yên Tirkiye û Amerîka û giringiya pêşxistina wan hevkariyan kirin.
Heman navendê diyar kir, ku di wê pêwendiyê de jî, mijara Minbicê, bicîkirina nexşerêya Amerîkî-Tirkî û têkoşîna hevbeş ya li dijî terorê hat behskirin.
Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan, di hilbijartinên 24ê Hizêranê de, careke din wek serokê Tirkiyê hat hilbijartin û bi wê yekê ew dibe yekem serokê Tirkiyê ku bi sîstema nû desthilatdariyê dike.
K24
