• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bakûr – Li Semsûrê firokeyeka Tirkiyê ket, pîlotê wê hat kuştin

Bakûr – Li Semsûrê firokeyeka Tirkiyê ket, pîlotê wê hat kuştin
Li bajarê Semsûr (Adiyaman) yê Bakûrê Kurdistanê firokeyeka Tirkiyê ket, pîlotê wê hat kuştin.

Duh danê sibê li Semsûrê firokeyeka fêrkarî ya Tirkiyê ket, di rûdanê de pîlotê firokeyê hat kuştin.

Heta niha nayê zanîn ew firoke çima ketiye. Hat gotin ku firoke ya akademiya fêrbûna ajotina firokeyan ya kolêja zanistên fezayî ya zankoya bajarê Dîlokê yê Bakûrê Kurdistanê bûye.

Basnews
Top