Ji Nûnerê Trump daxuyaniya Minbicê
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk li Mexrîbê beşdarî civîna Dîrektorên Siyasî yên Hevpeymaniya Li Dijî DAIŞê bûye û li ser nexşerêya Amerîka û Tirkiyê ya li ser Minbicê kiriye.
McGurk ragihadiye, ku li Sûriyê hevkariya welatê wî li gel Tirkiyê pir baş pêşve diçe û gotiye: “Tirkiye hevpeymanê me yê NATO û herwiha tekoşîna li dijî DAIŞê ye. Ez hevkariya li gel Tirkiyê ya li ser Minbicê giring dibînim. Me li Minbicê li gel Tirkiyê nexşerêyak kişand. Danûstandinên me yên li gel wan erênî û berhemdar bûn. Em li bendê ne ku ev yek berdewam bibe.”
Hate gotin, ku McGurk, di berdewama axaftina xwe de bi berfirehî behsa kar û çalakiyên Hevpeymaniya Navdewletî yên ji bo têkbirina DAIŞê jî kiriye.
McGurk tekez kiriye, ku tekoşîna li dijî DAIŞê dê heta dumahîkê berdewam bibe û gotiye: “Heta li Sûriye û Iraqê tenê DAIŞiyek jî mabe ji bo xilaskirina wan dê xebatên me yên Iigel hevpeymanên me berdewam be.”
Rudaw
