Amerîka 2 bijardeyan datîne pêş Tirkiyê
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo karûbarên Asya û Ewropa Aaron Wess Mitchell li pêş Kongressa welatê xwe ragihand, heger Tirkiye sîstema mûşekî S-400 ji Rûsyayê bikire, kirîna wê sîstema bergîriyê dê bandorê li ser hevkariya leşkerî ya di navbera Washington û Enqere dike û reng e girêbesta firotana F-35
Li gor girêbesta di navbera Washington û Enqerê, biryar e Amerîka 100 firokeyên şer ji cura F-35 bifiroşe Tirkiye.
Tirkiye û Rûsyayê di meha Berçileya 2017an de li ser kirîna Tirkiyê sîstema berevaniyê S-400 lihev kiribûn. Herwiha li ser hevkariya teknolojî ya pêşxistina berhemanîna S-400 li Tirkiyê jî lihev kiribûn.
Berî çend rojan jî Encûmena Pîran a Amerîka projeyasaya budceya bergîriyê a sala 2019an pesend kiribû, di wê projeyasayê de jî firotana firokeyên F-35 bo Tirkiyê qedexe kir.
Encûmena Pîran qedexekirina firotana firokeyên F-35 bo Tirkiyê, bi hewla kirîna Tirkiyê ya sîstema berevaniyê S-400 ve girê dabû.
K24
