• Tuesday, 17 February 2026
logo

MHP: Me Erdogan xilas kir

MHP: Me Erdogan xilas kir
Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) dibêje: Di hilbijartinan de wan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan xilas kirine û êdî li parlementoyê ew çi bibêjin dê cibicî bibe.

Cigîrê Serokê MHPê Sefer Aycan li bajarê Mereşê axivî û got, partiya herî serkeftî ya hilbijartinê MHPê ye û kilîta parlementoyê di destê MHPê de ye.

Sefer Aycan diyar kir, wan di hilbijartinan de Erdogan û AK-Partî xilas kirine û êdî li parlementoyê ew çi bixwazin dê ew cibicê bibe.

Di encama hilbijartinan de eşkere bû ku AK-Partî bêyî MHPê nikare li parlementoyê bi tena serê xwe bibe desthilatdar û pêwîstiya wê digel MHPê bi hevpeymaniyek mayînde heye.

Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de AK-Partî û MHPê hevpeyman bûn û namzetê wan her duyan bo Serokomartiya Recep Tayîp Erdogan bû. Li gor encamên destpêkê jî Erdogan rêjeya ji sedî 52.38 a dengan bidest xistiye.

K24
Top