• Thursday, 26 February 2026
logo

DAIŞê êrişa li dijî Pêşmerge girt ser xwe

Gulan Media December 4, 2021 Nûçe
DAIŞê êrişa li dijî Pêşmerge girt ser xwe

Rêxistina terorîstî ya DAIŞê berpirsyarwtiya êrişa li gundê Xidir Cîce ku tê de 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûbûn girt ser xwe.

DAIŞê di derbarê êrişa li ser Pêşmerge ya şeva borî de daxuyaniyek belav kir û tê de destnîşan kir ku wan wê êrişê pêk aniye.

DAIŞê di derbar êrişê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wan di êrişê de çekên sivik û RPG bikar anîne.

Di êrişa şeva borî (02.12.2021) ya DAIŞê ya ser bi gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Li aliyê din di 29.11.2021 li ser riya Gopanê nêzikî navçeya Kifrîyê navçeya Kifrî ya Silêmaniyê DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kir û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûbû, 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Herwiha çekdarên DAIŞê şeva 27.11.2021an saet 22.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Keleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Top