• Thursday, 26 February 2026
logo

Bexda – Zilamek bi tometa firotina 3 zarokên xwe hate girtin

Gulan Media November 30, 2021 Civakî
Bexda – Zilamek bi tometa firotina 3 zarokên xwe hate girtin

 Zilamek li Bexda ya paytexta Iraqê bi tometa firotina 3 zarokên xwe hate girtin.

Îro 30.11.2021ê Wezareta Navxwe ya Iraqê bi beyanameyekî ragehand: Rêveberiya polîse beşa tekoşîna li dijî bazirganî kirina mirov, zilamek di dema hewldana firotina 2 keçên xwe de girtiye.

Li gor Wezareta Navxwe ya Iraqê ragehandiye: Wî zilamî berê jî kurekî xwe çend demjimêr piştî li dayîkdibe firotiye.

Di beyanameyê de hat gotin, ew zilam dema ku hewl daye du keçên xwe yên biçûk bi 9 milyon dînaran bifroşe kesekî nediyar û dema wê hewldana firotinê de bûye hatiye girtin.

Herçend Iraq yek ji welatên serekî yê hilberîna neftê ye li cîhanê û tenê dahata wê ya mehane ji petrol û neftê digehe 6 heta 7 milyar dolaran, lê xelkê vî welatî dîsa jî di hejariyê de jiyan dike.

Çavdêr dibêjin hejarî û bêkarî yek ji sedemên firotina zarokan ji aliyê dayîk û bavên Iraqê ve.

Top