Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diçe ser sindoqan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinan seat 08.00 dest pê kir û biryar e seat 17.00 dengdan bidawî bibe.
Hilbijartinên vê carê yekemîn hilbijartina Sîstema Hikûmeta Serokomariyê ya ku di 16ê nîsanê de bi referandumê ketibû rewacê.
Di vê hilbijartinê de hilbijêr ê him parlamenteran û him jî serokomar hilbijêrin.
Hilbijartinên îro ji hin hêlan ve hilbijartineke cuda ye, lewra di vê hilbijartinê de cara ewil partiyan bi hev re îtîfaqê kirine.
Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak li Amedê di saet 08:00ê de li ber binkeyeke dengdanê amade bû û ragihand, tevî ku kêliyên destpêkê yên dengdanê ye, xelk ji bo dengdanê li ber deriyê binkeya dengdanê civiyane û li benda wê yekê ne ku dengê xwe bidin, herwiha amaje bi wê yekê kir ku ev nîşaneya wê yekê ye ku gel eleqeyeke mezin ji vê hilbijartinê re nîşan didin.
Hevjîna Demîrtaş dengê xwe da
Başak Demirtaş îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dengê xwe da û piştî dengdanê diyar kir ku ew ji gel daxwaz dike ku bila di demeke herî zû de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
Demirtaş got: “Em dixwazin hemû gelê me ji zû ve werin dengê xwe bidin ji bo demokrasî û azadiyê.”
Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak jî ragihand ku Başak Demirtaş piştî daxuyaniyeke kurt yekser ji cihê dengdanê veqetiya û eşkere nekir ka gelo dê biçe serdana hevjînê xwe yê namzedê Serokomariya Tirkiyê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê hatiye zindanîkirin.
Hevserokê HDPê Sezai Temelli li Wanê dengê xwe da
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dengê xwe da û ragihand ku ew hêvî dikin her 8 namzedên wan ên parlementoyê yên Wanê bi ser bikevin.
Sezai Temelli ji Rûdawê re ragihand ku ev hilbijartin dê li Tirkiye bibe hêviyeke mezin û got: “Em li her derê Tirkiyê diçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derdikevin, herwiha çavdêr û nûnerên me jî li ser sindoqan in, rojeke xweş e, rojeke tijî hêvî ye, em di wê baweriyê de ne ku em ê vê hêviya xwe sibe jî bibînin.”
Li ser pirsa "gelo derbarê ewlekariya hilbijartinan de ti rewşeke neyênî heye an na?” Hevserokê HDPê Sezai Temelli diyar kir: “Heta niha ti zanyariyek negihiştiye ber destê me, em hêvîdar in heta êvarê jî tiştekî wisa çênebe, Tirkiye tevî her tiştî hilbijartineke demokratîk encam bide.”
Temelli herwiha eşkere kir ku armanca wan ew e ku her 8 namzedên wan ên parlementoyê yên Wanê bi ser bikevin.
Peyamnêrê me Mehdî Mutlu ji Wanê ragihand, tevî ku li bajarê Wanê di hilbijartinên referandumê de beşdariyeke mezin tine bû, di vê hilbijartinê de xelk eleqeyeke mezin nîşan didin.
Çavuşoglu: Ev hilbijartina herî krîtîk a dîroka Tirkiyê ye
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li bajarê Antalyayê dengê xwe da û ragihand ku ev hilbijartin sîsteme nû tîne Tirkiyê û ev hilbijartina herî krîtîk a dîroka Tirkiyê ye.
Mevlut Çavuşoglu li bajarê Antalya yê Tirkiyê dengê xwe da û ragihand: “Me heta îro li Antalyayê kampanyaya xwe meşand, dîsa li hemû Tirkiyê me ji welatiyên xwe dengên wan xwest, îro jî em wezîfeya xwe ya welatîbûnê pêk tînin û me dengê xwe da, ji bo welat û gelê me bi xêr be.”
Çavuşoglu amaje bi sîstema nû ya Tirkiyê kir û ragihand: “Ev hilbijartin ji dîroka Tirkiyê re sîstemeke nû tîne û ev hilbijartina herî krîtîk a dîroka Tirkiyê ye. Înşallah ji bo welat û gelê me, ji bo dewleta me bi xêr be û bibe wesîleya mezinbûn û geşepêdana welatê me.”
Meral Akşener: Aliyên siyasî tenê li ser îradeya gel nikarin nîqaş bikin
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li Stenbolê dengê xwe da û ragihand, dibe ku gelek tişt bêne gotûbêjkirin di navbera aliyên siyasî de, lê tenê tiştek nikare were gotûbêjkirin ku ew jî bijardeya dengderan e ku di encama sindoqan de derdikeve.
Meral Akşener li Stenbolê piştî ku dengê xwe da ji rojnamevanan re diyar kir: “Ev hilbijartineke gelek ciyawaz bû, ku îro me dengê xwe da û xelk jî dengên xwe didin.”
Akşener hêviya xwe ya ji hilbijartinan anî ziman û got: “Em hêvîdar in ku Xwedayê mezin xêrê bigihîne vê hilbijartinê, dibe ku gelek tişt bêne gotûbêjkirin di navbera aliyên siyasî de, lê tenê tiştek nikare were gotûbêjkirin ku ew jî bijardeya dengderan e ku di encama sindoqan de derdikeve, ti kes nikare li hember vê nerazîbûna xwe nîşan bide.”
Seroka ÎYÎ Partiyê herwiha got: “Tiştê herî giring jî îradeya azad e ku dengder hilbijartina xwe di wê çarçoveyê de didin û di encamên hilbijartinan de jî derdikevin. Em dixwazin ku dengder jî bi îradeyeke azad dengê xwe bidin, ji bo ku bi awayekî azad dengê xwe bidin çi ji destê me were emê bikin, em dibêjin bila ser xêrê be, Xwedê nede şermê.”
Kiliçdaroglu bang li karmendên hilbijartinan kir: Di bin zexta ti kesî de nemînin
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê dengê xwe da û bang li karmendên hilbijartinan kir ku di bin zexta ti kesî de nemînin û got: “Bi taybetî jî li başûrê rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) gelek gazind têne kirin, ji ber vê yekê ez dixwazim bala hemû karmendan bikşînim ser wê yekê û bînim bîra wan ku ew karmendên dewletê ne.”
Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê dengê xwe da û piştre daxuyanî da rojnamevanan û got: “Li navenda giştî hevalên min dixebitin, li cihên cuda cuda yên bajaran hevalên me yên parlementer ên ku hatine erkdarkirin hene, li tevahiya Tirkiyê niha pirsgirêkeke pir cidî me nedîtiye, lê li hinek navçeyan hin gazinên cidî hene, hevalên me yên parlementer ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bikin hewl didin.”
Kiliçdaroglu ji bo silametiya hilbijartinan bang li wezîfedarên hilbijartinê kir û got: “Ez bi awayekî eşkere bangewazî li hemû karmendan dikim ku ji kerema xwe ji bîr nekin ku hûn karmendên dewletê ne, vê yekê ti car ji bîr nekin, hûn ne karmendên hikûmetekê, yan jî partiyeke siyasî ne, hûn mecbûr in ku ji bo siberojeke zelal a vê dewletê bixebitin, di bin zexta ti kesî de nemînin, bi taybetî jî li başûrê rojhilatê Tirkiyê gelek gazind têne kirin, ji ber vê yekê ez dixwazim bala hemû karmendan bikşînim ser wê yekê û bînim bîra wan ku ew karmendên dewletê ne û di vê çarçoveyê de jî li Tirkiyê hilbijartin têne kirin, ji bo ku ev hilbijartin bi awayekî demokratîk bêne birêvebirin, pêwîst e ti kes sîberek nexe ser, eger sîberek bixin ser, ev dê bibe derbeyek li hilbijartinan.”
Demîrtaş dengê xwe da
Namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Serokomariyê Selahattin Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê dengî xwe da û got: “Ez bawer dikim ku dê encam gelek ba be.”
Namzedê HDPê yê Serokkomariyê Selahattin Demirtaş ragihand li ser hesabê xwe yê Twitterê bi rêya parêzgeran ragihand ku wî û hevalê xwe û girtîgehê Abdullah Zeydan dengê xwe dane.
Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Me dengê xwe li girtîgehê da. Ez hêvî dikim ku her kes biçe ser sindoqan û ji bo siberoja welatê xwe dengê xwe ji bo demokrasî, aştî, aramî û azadiyê bide. Ez hevî dikim ku deng avêtin di nava aramî û aştiyê de derbas bibe. Ez bawer dikim ku encam dê gelekî baş bin û bila ji her kesî re ser xêrê be.”
Yapicioglu: Ji sindoqa hilbijartinan çi derkeve divê her kes jê razî be
Namzedê Serbixwe yê Amedê Zekeriya Yapicioglu li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dengê xwe da û ragihand: “Hêviya me ew e ku biryara gel çi be, êdî ti kes bandor li ser neke û ew îrada ku têkeve sindoqê, bi çi ketibe sindoqê, bi wî şiklî jî derkeve, îrada ti kesî neyê dizîn.”
Serokê berê yê HUDA-PARê û Namzedê Serbixwe yê Amedê Zekeriya Yapicioglu ji Rûdawê re ragihand ku ew hêvî dike bêyî ku bûyereke dilşewat biqewime ev hilbijartin derbas bibe û got: “Encam bi xêr be înşallah ji bo welatê me û ji bo her kesî.”
Zekeriya Yapicioglu diyar kir: “Piştî ku ji sindoqê çi derkeve, qerar qerara gel e, hêviya me ew e ku biryara gel çi be, êdî ti kes bandor li ser neke û ew îrada ku têkeve sindoqê, bi çi ketibe sindoqê, bi wî şiklî jî derkeve, îrada ti kesî neyê dizîn.”
Yapicioglu li ser hêviyên xwe yên piştî 24ê Hezîranê destnîşan kir: “Gel biryara xwe daye û îro tên ser sindoqan, encam bi çi şiklî be jî, hilbijartina serokomarî di tûra ewil de encam bide jî, nede jî, her kes çi derkeve divê jê razî be.”
Namzedê Serbixwe yê Amedê Zekeriya Yapicioglu herwiha eşkere kir: “Divê ji Amedê 12 parlementer herin Enqereyê, ji wan 12 kursiyan, em 1 dixwazin, înşallah bi vî şiklî encam bide û rengekî din jî li Amedê zêde bibe, ji bo Amedê jî baş û qenc bibe.”
Li Pirsûsê hewldana sextekarî û destkariya dengan
Hat ragihandin ku li bajarokê Pirsûsê yê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê grûpeke 30 kesî berdewam hewl dide ku sextekarî û destkariya dengan bikin.
Di vê derbarê de rêveberê yek ji dibistanên Pirsûsê Sercan Açikgoz ku di heman demê de çavdêrê proseya dengdanê ye û alîgirê HDPê ye ji Rûdawê re got ku ji sere sibehê ve ligel destpêkirina proseya dengdanê grûpeke 30 kesî yek bi yek diçin dibistanan û hejmareke zêde ya dengan dixin sindoqan.
Sercan Açikgoz amaje bi wê yekê da ku hêzên polis hevkariya wê grûpê dikin û got: "Hêzên polis ji bo çûna nav navendên dengdanê asankariyan ji wê grûpê re dikin û ew grûp ji kurap û merivên berbijêrê AKPê Îbrahîm Xelîl Yildirim pêk tê."
Sercan Açikgoz ji Rûdawê re da zanîn ku dema wî û hevkarên wî xwestine nehêlin destkariya sindoqên dengdanê were kirin, bi çek gef li wan hatiye xwarin, eziyet dane wan û ji ber metirsiya li ser jiyana wan dest ji sindoqan berdane.
Ji aliyê din ve CHPê ji ber binpêkirina dengdana li hinek parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê taybetî li bajarê Rihayê serî li Lijneya Bilinda Hilbijartinan da.
Serokê Lijneya Bilinda Hilbijartinan Sadî Guven jî derbarê bûyerên Pirsûsê de daxuyanî da û got, "Li ser mijara hinek îdîayên derbarê asayîşa hinek sindoqên li Pirsûsê kiryarên dadmendî û îdarî hatine destpêkirin.”
Hejmara xelkê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê : 80 milyon 810 hezar û 525
Hejmara parêzgehan : 81
Hejmara dengderan : 59 milyon 391 hezar û 328 ( 3 Milyon û 49 hezar û 65 kes ji dervey Tirkiyê , 56 Milyon û 342 hezar û 263 li tevahiya Tirkiyê)
Hejmara kesên ku dê cara yekem deng bidin : Milyonek û 650 hezar 171
Hejmara sindoqan : 180 hezar û 896
Li Tirkiyê bajarên xwedî dengderên herî zêde
1- Stenbol : 10 milyonn û 559 hezar û 686 kes
2- Enqere : 3 milyon û 904 hezar û 585 kes
3- İzmîr : 3 milyon û 227 hezar û 32 kes
4 - Bursa : 2 milyon û 147 hezar û 723 kes
Li 24 bajarên Bakurê Kurdistanê hejmara dengderan:
1 -Amed : Milyonek û 23 hezar û 389 kes
2- Dîlok: Milyonek û 214 hezar û 503 kes
3- Riha : milyonek û 60 hezar û 815 kes
4- Wan : 637 hezar û 867 kes
5- Semsur :399 hezar û 281 kes
6 - Agirî : 295 hezar û 475 kes
7- Çewlik : 180 hezar û 991 kes
8- Bidlîs: 198 hezar û 510 kes
9- Xarpêt : 411 hezar û 91 kes
10- Ezîrgan : 162 hezar û 198 kes
11- Erzirom : 493 hezar û 586 kes
12- Colemêrg : 168 hezar û 258 kes
13- Meletî : 555 hezar û 349 kes
14- Qers: 181 hezar 776 kes
15- Mereş : 738 hezar û 677 kes
16- Mêrdîn 470 hezar û 454 kes
17- Sêrt : 179 hezar û 764 kes
18- Mûş : 228 hezar û 538 kes
19- Dêrsim : 64 hezar û 290 kes
20- Êlih : 342 hezar û 111 kes
21- Şernex : 268 hezar û 308 kes
22 Erdexan : 69 hezar û 405 kes
23 Îdir : 119 hezar û 655 kes
24 Kilîs : 85 hezar û 616 kes
